Berya biryara dadgehê Katalanî xwepêsandaneka mezin kirin

Berya biryara dadgehê Katalanî xwepêsandaneka mezin kirin

PeyamaKurd- Berya biryara dadgeha Bilind ya Îspanyayê, ku dê di derbarê 12 siyasetmedarên Katalanî de biryarê bide, Katalanî bi qelebalixeka mezin ketin kuçe û kolanan û xwepêşandanekî mezin kirin. Bi sed hezaran Katalanî bi sedema ahengên Roja Netewî ya Katalanyayê (Diada) hatin cem hev û bi sedema ket berya biryara dadgehê ya 12 serpereştên Katalanî, weka xwepêşandana berya dadgehê hat hesibandin.

Ev roja netewî ya Katalanan weka roja serxwebûna xwe binav dikin. 29 sale ku ev roj tê pîrozkirin lê dîroka wê diçe heya sala 11ê êlûna 1714an ku di wê rojê de Katalanya ketibû bin destê Îspanyolan an ku hatibû dagirkirin.

Di doza serpereştên katalanî de 9 kes gitîne û 3 kes serbestin. Bo wan di navbera 7 û 25 salan de ceza tê xwestin. Niha herkes li benda biryara dadgeha bilind e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin