PeyamaKurd- Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandiye ku di avakirina Sûriyê de mafê ewilî yê şîrketên Rûsyayê ye. Serokê grûba dostaniya Rûsya-Sûriyê ya navbera parlementoyan Dmitriy Sablin got ku Esed li pişt vê biryara xwe ye û jê venagere.
Serokê grûbê Sablin bo rojnamevanan weha ragihand:
“Serokê dewletê Esed dubare kir ku di avakirina Sûriyê de mafê ewilî yê şîrketên Rûsyayê ye.”
Armanca Rûsyayê ew e ku şîrketên bi navê Rûs û şîrketên başûrê Osetyayê bixe bazara Sûriyê. Ev bo Rûsya û Sûriyê girîng e. Heyeteka ji siyasetmedarên Rûs bo karsaziyê, roja duşemê seredana Sûriyê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin