PeyamaKurd – Li Bexdayê bi moşekan êrîşî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê kirin.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê yê Iraqê diyar kir; sîstema berevanî ya moşekî ya balyozxaneyê, bersiva êrîşê daye.
Herwiha li Balyozxaneya Amerîkayê zengila agahdarkirinê hatiye lêdan.
Li gor kesên nêzîkî balyozxaneyê, dengên sê teqînan li Devera Kesk a Bexdayê hatine bihîstin.
Çavkaniyê ewlehiyê ji medyayê re eşkere kiriye; sîstema berevaniya esmanî ya li ser balyozxaneyê kariye sê moşekan biteqîne û nehêle zerar bidin balyozxaneyê.
Zanyariyên destpêkê nîşan didin, ew moşek ji hêla başûrê Bexdayê ve hatine avêtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin