PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yahya Resûl di derbarê êrîşa Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya li Bexdayê ku li dijî otomobêleke payebilindên Heşdî Şabiyê êriş pêk anîbûn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rexne kir û got ku êrişên bi vî awayî dibin sedema egera têkçûna têgihîştin û destpêkirina diyalogê.
Berdevk Resûl di daxuyaniya xwe de derbarê rewşê de ev agahî dan:
“Şeva borî êrişeke asmanî li navendeke niştecihbûnê ya li Bexdayê, bêyî paxavkirina jiyana sivîlan û yasayên navneteweyî, êrişek pêk hat. DYAyê gelek caran bi bêberpirsiyarî her tiştê ku têgihîştinê û destpêkirina diyaloga dualî têk bibe, kirine. Bi vî awayî gefê li aştiyê dixwe, serweriya Iraqê binpê dike, jiyana gelê me dixe metirsiyê û ya metirsîdartir jî ew e ku bi tevahî ji sedem û armancên ku hevpeymaniya navneteweyî li ser xaka me hatiye bicihkirin, derbas dike."
Yehya Resûl anî ziman ku çalakiyên bi vê şêwazê têne kirin dibe sedem ku Iraq ber bi dawîlêhanîna mîsyona hevpeymaniya ku li Iraqê gefên tûşîkirina nav xeleka bêaramiyê dixwe, ve biçe.
Şeva borî li taxa Meştel a li rojhilatê Bexdayê, otomobêleke ku serkirdeyên Heşdî Şabî ya ku ji komên milîs ên girêdayî rejîma Îranê pêk tên tê de bûn bi mûşekan hate têkbirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin