PeyamaKurd – Di bûyerên ku li ser rêya Balafirgeha Beyrûtê qewimîn de 23 leşkerên artêşa Lubnanê ku 3 jê efser jî di nav wan de hebûn, birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di êrîşên alîgirên Hîzbullahê yên ku xwestin rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Rafîq Herîrî ya li Beyrûta paytexta Lubnanê bigrin de 3 jê efser 23 leşker birîndar bûne.
Di daxuyaniyeke nivîskî de artêşa Lubnanê ragihand ku di navbera leşker û alîgirên Hizbullahê yên ku xwestin rêya balafirgehê bigrin de şer û pevçûn derket.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Lubnanê bi xwepêşanderan re hevdîtin pêk anîn û ji bo rê li balafirgehê neyê girtin û bi awayekî aştiyane bertek nîşan bidin hevrêzî kirin.
Hat ragihandin ku pişt re hejmareke zêde ya xwepêşanderan êrişî leşkerên ku hewl didan ewlehiyê li herêmê pêk bînin da ku rê bigrin.
Hat ragihandin ku di êrîşa xwepêşanderan a li dijî leşker û wesayîtên leşkerî de 3 jê efser 23 leşker birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin