Bi balafirên bêfirokevan êrîsî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kirin

Bi balafirên bêfirokevan êrîsî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kirin

PeyamaKurd Şeva borî bi sê balafirên bêfirokevan, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kirin.

Şaneya Ragihandinê ya Bexdayê diyar kir: “Piştî ku sê moşek arasteyî Binkeya Esmanî ya Beled a li parêzgeha Selahedîn hat kirin û ziyana giyanî û madî derneket holê, bi rêya sê balafirên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin, yek ji wan ji aliyê sîstema dijî moşekî, li esman hat teqandin û heta niha ziyan nayên zanîn.”

Herwiha di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê de, tekezî li ser hewla hêzên ewlehiyê ji bo dîtin û desteserkirina encamderan hatiye kirin, ku bi aramî û seqamgîriya Iraqê dilîzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin