Bi mosekan êrîsî Balafirxaneya Kabûlê kirin

Bi mosekan êrîsî Balafirxaneya Kabûlê kirin

PeyamaKurd – Bi moşekan, êrîşî Balafirxaneya Kabûlê kirin û êrîş ji aliyê sîstema berevaniya moşekî ya Amerîka ve hat şikandin.

Li gor berpirsekî Amerîkî ji ajansa “Reuters” re diyar kir, îro danê sibê bi 5 moşekan êrîş li Balafirxaneya Kabûlê hate kirin.

Herwiha da zanîn, moşek ji bakurê Kabûlê ve hatibûn avêtin û sîstema berevaniyê ya Amerîkî li balafirxaneyê rûbirûyî moşekan bû û ew êrîş şikand.

Derbarê ziyanên wê êrîşê de, berpirsê Amerîkî eşkere kir, di encama êrîşê de ti ziyanek negihîşt hêzên Amerîkî.

Herwiha amaje bi wê da, êrîşê proseya veguhastina dîplomatkaran û xelkê Afganistanê ranewestan û proseya veguhastinê berdewam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin