PeyamaKurd – Li gor ajansa Îranê ya İRNAyê; di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ku bir ser baregeha Hîzbûllahê û serokê wê Hasan Nasrallah kuşt, bi Nasrallah re fermandarê artêşa Îranê tûxgeneral Abbas Nilfuruşan jî hat kuştin. İRNAyê di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Tûxgeneral Abbas Nilfuruşan, di êrîşa Îsraîlê ya ser Beyrûdê de, bi şehîd Seyyîd Hasan Nasrallah re şehîd ketiye.”
Ajansa APê ragihand ku Nilfuruşan (58), li serê givaşa DYAyê hebû, di artêşa Parastvanên Şoreşê ya Îranê de cîgirê fermandarê operasyonan bû.
Êrîşa ser Hasan Nasrallah di 27ê Êlûn a 2024an de bû. Abbas Nilfuruşan, di hêza Qudsê de fermandar bû û di wexta Îsraîlê di meha Nîsana borî de êrîşê bir ser balyozxana Îranê ya Şamê, tûxgeneral Muhammed Riza Zahidi hatibû kuştin û Nilfuruşan ket şûna wî.
Nilfuruşan, di nav Hêz a Qudsê de, bi grûbên Îran wan destek dike yên Lubnan û Fîlîstînê re ji nêz de dixebitî û hem roleka wî ya bingehîn di xebata bi wan re hebû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin