PeyamaKurd- Li Afganîstanê hikûmeta Afganîstanê bi Talîbanê re peymana agirbesê îmze kir. Peyman ji aliyê Serokomar Eşref Ganî hat îlankirin.
Serokomarê Afganîstanê Eşref Ganî wiha daxuyanî da: Me ferman daye hêzên ewlehiyê ku heta 20ê Hezîranê li dijî Talîbanê operasyonan bidine sekinandin. Lê belê li dijî IŞÎD û wan rêxistinên dî operasyon wê dewam bikin.
Li Afaganîstanê di van 9 salên dawî de di şer û pevçûnan de 23 hezar sivîl hatine kuştin. Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan, bi piranî rêxistinên terorî bûne sebebên kuştina sivîlan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin