PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 topên hewanê li nav herêma Kesk a Bexdayê ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku êrîşa îro danê sibehê bi 3 topên hewanê pêk hatiye û top li nav herêma Kesk a Bexdayê ketine, lê ti ziyanek çênebûye.
Hat diyarkirin ku ew topên hewanê ji herêma El-Kirada a li hember Dibistana El-Irfan hatine avêtin.
Hêjayî gotinê ye, Balyozxaneya Amerîkayê jî li Herêma Kesk a Bexdayê ye ku gelek caran êrîş bi ser de têne kirin ku Amerîka milîsên Îranî bi wan êrîşan tawanbar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin