PeyamaKurd – Hat ragihandin ku testa Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden Covid-19a erênî bûye.
Têkildarî mijarê ji Qesra Spî daxuyaniyeke nivîskî hat.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Biden ji ber derziya Covid-19a li xwe xistiye nîşanên sivik nîşan daye û hat eşkerekirin ku "Serok Joe Biden wê xwe li Delaware îzole bike."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Biden piştî bûyera li Las Vegasê hat ceribandin û testa wî ya Covid-19a erênî derket.
Di daxuyanîya ku tê de nîşeya doktor Biden jî heye de hat gotin ku Joe Biden bi nîşaneyên enfeksiyona rêka nefesê ya jorîn hatiye û taya wî û nebza wî normal bûye.
Biden di Tîrmeha 2022a de koronavirus derbas kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin