PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya xatirxwestinê de gel li dijî olîgarşiyê hişyar kir.
Biden gotareke xatirxwestinê li Ofîsa Ovalê pêşkêş kir ku ew ê roja duşemê wê vala bike. Di gotara xwe de got: “Îro li Amerîkayê olîgarşîyeke ji dewlemendî, hêz û bandoreke tund pêk tê ku bi rastî gefê li demokrasî maf û azadiyên me yên bingehîn dixwe.”
Biden anî zimên ku “Desthilat di destê çend kesên pir dewlemend de ye” û got, “Eger îstîsmara desthilatdariyê ya van kesan neyê kontrolkirin, çêdibe ku encamine xeternak bi xwe re bîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin