PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Jeo Biden wê di vê mehê de serdana Erebistana Siûdî bike û bi Şahzade Mihemed Bin Selman re bicive.
Medyaya Amerîkayê diyar kir, Joe Biden piştî çend saet ji zêdekirina berhema petrolê ji aliyê Erebistanê ve, biryar da serdana Erebistana Siûdî bike.
Herwiha rojnameya The New York Timesê li ser vê mijarê diyar kir, Joe Biden di vê mehê de wê serdana Erebistanê bike, ji bilî vê, di vê meha Hezîranê de Biden dê beşdarî Lûtkeya NATO ya li Îspanyayê û Lûtkeya G7 a li Almanyayê bibe, dibe ku vê mehê biçe Îsraîlê jî.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, Joe Biden ji bo destxweşiya li zêdekirina rêjeya hinardeya petrolê û ragihandina agirbestê ligel Hûsiyên Yemenê, serdana rayedarên Erebistanê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin