Blinken: Em ji bo serê Lubnane di nav hewldanan de ne

Dîroka weşanê :
Blinken: Em ji bo serê Lubnane di nav hewldanan de ne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken di derbarê şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de got, "Ji bo kêmkirina vê tengijîya li Lubnanê em bi piraniya hevkarên xwe re di nava têkiliyê de ne."

Blinken di Civîna Wezîrên Derve ya G20an a ku di çarçoveya 79emîn civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê de pêk hat de axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin xurtkirina sazî û mekanîzmayên navneteweyî.

Blinken amaje bi rageşiya di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de jî kir û got ku ew hewl didin ku li herêmê rageşî zêde nebin.

Wezîrê Amerîkî yê ku ji ber piştgirîya bê şert û merc ji Îsraîlê re rastî bertekên navneteweyî hat, got: "Em bi gelek hevkarên li Rojhilata Navîn re di nav têkilîyên tund de ne ku rageşiya li Lubnanê kêm bikin û bigihin peymana agirbestê (li Gazzeyê). bi kêrî hemû aliyên beşdar tê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin