Bloomberg: Wê Serac îstifa bike û danûstandinên Cenevê bidomîne

Bloomberg: Wê Serac îstifa bike û danûstandinên Cenevê bidomîne

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku wê Serokwezîrê Hikûmeta Wîfaqê ya Libyayê ku Tirkiye piştevaniya wî dike, ji serokwezîrtiyê vekişe û piştre jî beşdariya danûstandinên Cenevê yên çareseriyê bike.

Li gorî nûçeya Bloomberg a Amerîkî, Serokwezîrê hikûmeta Trablûsê ya Libyayê Fayiz es-Serac amadekariya îstifayê dike.

Bloomberg îdiaya xwe dispêre çavkaniyên nêzîkî Serac û diyar dike ku dê piştî îstifaya xwe jî beşdarîya danûstandinên Cenevê berdewam bike.

Beriya niha jî ji ber gendelî û rêveberiya xirab li Trablûsê û bajarên jêr kontrola hikûmeta Wîfaqê xwepêşandanên nerazîbûnê hatibûn lidarxistin û fişareke zêde ya siyasî li ser Serac çêbûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin