PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo Deriyê Sînorî yê Til Koçer vekin bang li civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî kir û diyar kir, Deriyê Til Koçer “ji bo gelên Rojava deriyê jiyanê ye.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî dorpêça li ser herêmê û girtina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) daxuyaniyek belav kir. Rêveberiya Xweser ji bo vekirina deriyê Til Koçer bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dike û dide zanîn: “Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li civaka navneteweyî û NYyî dikin ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û bi hewldanên vekirina vê dergehê re gelê me yê dorpêçkirî rizgar bikin. Vekirina dergeha Til Koçer dê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike.”
Dergeha Til Koçer duyemîn mezintirîn dergehên sînorî yên di navbera Sûriye û Iraqê de ye û bi qasî 90 km dûrî bajarê Qamişlo dikeve.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, bi amranca dagirkirinê û gefxwarina li Sûriyê û gelê wê gelek êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe ku di heman demê de parçeyekî xaka Sûriyê ne, parastin. Lê belê hin alî vê herêmên wekî herêmeke cuda ji Sûriyê dibînin, ev nêrîn şaş e. Rewşa li tevahî Sûriyê bandorê li herêmê û gelê wê jî dike. Gelê herêmê tu caran xwe ji derveyî Sûriyê nehisbandiye.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser eşkere kir, dorpêç jî çekeke û li dijî gelên herêmê hate bikaranîn û dibêje: “Li kêleka êrîş û destdirêjiyan, dorpêç jî wekî çekekê li dijî gelê me hate bikaranîn. Piştî ku şerê li Sûriyê gurtir bû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îstiqrara ewlehiyê parastî bû. Ji ber wê yekê ji parêzgehên din ên Sûriyê pêlên koçberiyê ber bi herêmê ve destpê kirin. Di encamê de hejmara niştecihên herêmê zêdetir bû. Piştî têkbirina rêxistina DAIŞê ya terorîst, herêmên rizgarkirî yên girêdayî Rêveberiya Xweser berfirehtir bûn û bi vekirina kampên ku bi deh hezaran koçber lê dimînin re, barê rêveberiyê girantir bû.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyan ve rewşa mirovî zehmet e. Nexasim piştî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker. Hebûna 5 milyon mirov li herêmên Rêveberiya Xweser û berdewama dorpêça li ser herêmê nîşaneyên encamên xerab di aliyê rewşa mirovî de dide.
Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina piştgiriya navneteweyî hewldanên mezin da, ji ber ku rewşa mirovî ji rewşên din cuda ye û yek ji berpirsiyariyên sereke yên NYyî û saziyên wê ye. Lê belê bersivdayîneke rasteqîn pêk nehat.”
Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî dike ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û tekez dike ku deriyê sînorî yê Til Koçer rêyeke sereke ya jiyanê ye. li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Herwiha di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dergeha Til Koçer (El-Yerûbiyê) ji bo herêmê rêyeke sereke ya jiyanê ye. Birayra girtina wê bi vetoya Rûsya û Çînê di 8ê Hezîrana 2020an de hate kirin. Ew yek wekî piştgirîdayîna siyasetên dorpêça li dijî gelê herêmê bû. Ew biryar wekî gefeke din bû li ser destkeftiyên ku gelê me bi piştgiriya Koalîysona Navneteweyî ya li dijî DAIŞî bi dest xistine bû.
Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em bang li civaka navneteweyî û NYyî dikin ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û bi hewldanên vekirina vê dergehê re gelê me yê dorpêçkirî rizgar bikin. Vekirina dergeha Til Koçer dê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin