PeyamaKurd – Saziya Fezayê ya Amerîkayê NASAyê dîmên ji fezayê yên piştî coronavirus yên asmanê Çînê wekî nexşeyekê tomar kir û weşand.
Di nexşeya asmanî ya Çînê de xuya dike ku piştî peydebûn û belavbûna vîrusa koronayê li wî welatî, hewaya asmanê Çînê gelekî paqij bûye, ew jî ji ber sedema rawestîna çûnûhatina wesayîtan û karê fabrîqeyan e ku jiyan li gelek bajarên girîng ên Çînê rawestiyaye.
Di grafîkên NASAyê de asta qirêjiya hewayê ya beriya derketina vîrusa koronayê û ya niha tê beramber kirin û tê xuyakirin li Çînê belavbûna gaza serayê ji çaryekê kêm bûye ku ew jî ji ber girtina santralên enerjiyê ye.
Di dîmenên NASAyê de demên navbera 10 û 25ê Sibatê têne beramber kirin ku ev jî wekî nîşaneyeke serastkirina kişweriya cîhanê tê nirxandin.
Heta niha li Çînê ku bajarê Vuhanê cihê derketina vîrusê ye, 80 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û bi qasî 2 hezar 900 kes jî pê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin