PeyamaKurd - Li ser rêya Hims û Misyafê bombeyeke vedayî bi otobûsa leşkerên Sûriyê ve hate teqandin û di encamê de 11 leşker birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, 11 leşkerên sûrî di teqîna otobûsa leşkeran birîndar bûne.
Piştî bûyerê hêzên ewlekariya Sûriyê ketine seferberiyê û operasyonên lêgerînê dane destpêkirin.
Hîn ti aliyekî berpirsiya vê teqînê li xwe negirtiye, lê tê texmînkirin êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibe kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin