PDK namzedê xwe bo serokkomariyê eskere dike

PDK namzedê xwe bo serokkomariyê eskere dike

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) heftiya bê dê namzedê xwe ji bo postê Serokkomariya Iraqê pêşkêşî parlamentoyê bike.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed ragihand, ku biryar bû li gel Yekîtî li ser diyarkirina namzedê bo postê Serokkomar rêkbikevin, lê YNKê bêyî ku Partî agahdar bike, namzedê ji bo wî postî diyar kir.

Mihemed diyar kir, ku li gor îstihqaqê diyarkirina kandîdek ji bo vî postî, ji mafê PDKê ye. Amaje bi wê yekê kir ku, kandîdê Partî ji bo vî postî dê hebe û kar ji bo derçûna vî kandîdî dikin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), duh Damezrênerê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih, ku berê Cîgirê Duyem ê YNKê bû, yekser girt nav rêzên xwe û ew wekî kandîdê xwe yê Serokomariyê destnîşan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin