YE: Pêwîstî bi 'têkiliyeke nû û rasteqîn' bi Tirkiyê re heye

YE: Pêwîstî bi 'têkiliyeke nû û rasteqîn' bi Tirkiyê re heye

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî ku Tirkiye bi tevdana aloziyên li Rojhilata Navîn, Rojhilatê Derya Spî û warê pêkanîna demokrasiyê de ji prensîb û peymanên Ewropayê dûr ket, dixwaza bi Tirkiyê re li şûna berdewamkirina proseya endamtiyê têkiliyeke nû û rasteqîn peyde bike.

Li gorî rapora dawî ya Parlamena Ewropayê (PE) ku hîn nehatiye eşkerekirin, amadekarî tê kirin ku bang li welatên ewropî bikin, ‘proseya endamtiya YE ya Tirkiyê’bi temamî were hilawistin û lêgerîna modelên nû bo têkiliyeke rasteqîn bikin.

Di rapora pêşnûmeyî de ku ji aliyê Parlamentarê PE yê Koma Sosyal Demokrat (S&D) ê Îspanyolî Nacho Sanchez Amor hatiye nivîsandin de, tê gotin ku rewşa Tirkiyê li gorî salek berê hîn xerabtir bûye û daxwaza hilawistina pêwendiyên ligel Tirkiyê kir.

Di raporê de herwiha hat diyarkirin ku modeleke nû ya pêwendiyan bi Tirkiyê re were pêşxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin