Koska Elysee: Di qezaya helîkopteran de 13 leskerên me can dan

Koska Elysee: Di qezaya helîkopteran de 13 leskerên me can dan

PeyamaKurd – Du helîkopterên Fransayê li welatê Malî yê Afrîkayê li hev ketin û 13 leşkerên frensî jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku li Maliyê du helîkopterên leşkerî yên Fransayê dema ku operasyon li dijî komên tundrew ên dijî hikûmeta Maliyê pêk dianîn li hev ketin.

Koşka Elyseeyê ya Fransayê li ser bûyerê daxuyaniyek da û bi zarê Serokomarê Fransayê ragihand, du helîkopterên leşkerî yên artêşa Fransayê ku doh 25ê Mijdara 2019an operasyoneke leşkerî li dijî komên cîhadî li Maliyê pêk dianîn, li hev ketine û 13 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron sersaxî ji malbatên leşkerên ku di bûyerê de can dane re xwest.

Ji ber ku Malî berê welatê kolonî yê Fransayê li Afrîqayê bû, niha jî di şerê li dijî komên çekdar ên li dijî hikûmetê de, Fransa piştgiriya hikûmeta Maliyê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin