PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku ku îro 95 kesên din jî mirine û bi tevahî jimara miriyan gihaye 1101 kesî. Kesên ku îro bi koronavîrusê ketine jimara wan 5 hezar û 138 kesin. Bi tevahî heya niha 52 hezar û 167 kes bi vîrusê ketine. Wezîr Koca weha ragihand:
“Kesên ku bi vîrusê dikevin bi jimara testên me re zêde dibin. Lê ev zêdebûn di jimara kesên ku di bin tedbîrên zêde de ne çênabe. Di teşxîsê de em gelek zû ne lewra tedawî zû destpêdike. Tirkiye bi ser dikeve û serkeftina mezin xwe parastina ji vîrusê ye.”
Di nav 24 sietan de testên 33 hezar û 170 kesan hatiye kirin. Jimara testan bi tevahî gihaye 340 hezar û 380. Di 24 sietan de 542 kes baş bûne. 626 kes di bin kontrola zêde de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin