PeyamaKurd – Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed li ser rewşa kampên Kurdistanê û tunebûna avê de axivî û diyar kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) bi erkê xwe ranabe û zextê li welatên derdorê nake ku ava Rojavayê Kurdistanê qut nekin.
Şêxmûs Ehmed da zanîn, Neteweyên Yekbûyî bi erkê xwe ranabe û zextê li welatên derdorê nake ku ava Rojavayê Kurdistanê neyê qutkirin. Herwiha diyar kir ku divê ji bo berdana avê zextê li welatên derdorê bike, bi taybetî jî li Tirkiyê.
Şêxmûs Ehmed ji bajarê Reqayê bi K24ê re li ser rewşa kampên li Rojavayê Kurdistanê axivî.
Li gor agahiyan ji Kampa Holê 100 malbatên çekdarên DAIŞê ji bo Iraqê têne veguhestin, li ser vê mijarê Şêxmûs Ehmed got: “Tevahiya penaberên Iraqî yên ligel me di Kampa Holê de ne hemû DAIŞ in. Mixabin Hikûmeta Iraqê vê fişarê radigihîne û dibêje 'malbatên çeteyên DAIŞê li wê derê ne û em pêşwazî nakin'. Ev sûcê kê ye? Ev sûc ne tenê gunehê Rêveberiya Xweser e, evqas hejmarek malbatên Iraqî hene û sifir kîlometre di navbera me û wan de heye, xelkê xwe venaguhezin. Lê di bin zextan de îro 94 malbat, 381 kes veguhestin kampeke li wê derê.”
Şêxmûs Ehmed li ser hejmara giştî ya kesên ku li kampên Rojavayê Kurdistanê ne destnîşan kir: “31 hezar jin û zarok û ciwan û kalemêr hene, tenê li Kampa Holê nêzîkî 31 e û jixwe li Kampa Roj jî li derdora 200 kesî dimînin, lê evana ne DAIŞ in.”
Derbarê tunebûna avê di kampan de diyar kir: “Pirsgirêka avê ne tenê li kampan heye, bajarekî mîna Hesekê û gundewarên wê mixabin ava Elok ji 2012an heta niha belkî nêzîkî 8-10 caran qut bûye.”
Şêxmûs Ehmed herwiha eşkere dike: “Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku Neteweyên Yekbûyî bi erkê xwe ranabe û zextê li welatên derdorê nake, bi taybetî Tirkiye ku ava çemê Feratê, ava Elokê ku derbasî bajarê Hesekê dibe.”
Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herî dawî diyar kir, nûnerên Neteweyên Yekbûyî li hemû kampan hene û raporên xwe dişînin rêveberiya xwe ya giştî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin