PeyamaKurd – Rêxistina navdewletî ya lêborînê Amnesty International, ragihand ku di xwepêşandanên protestoyî yên Kubayê de, herî kêm 140 kes hatine binçavkirin yan jî çarenivîsa wan nediyar e û winda ne.
Li Kubayê dijî nebûna xizmetguzariyê, rewşa aboriya xirab a û otorîteriya rejîma komînîst a Kubayê roja Yekşema borî xwepêşandan hatibûn kirin ku gelek kes hatibûn binçavkirin.
Dîrektora Amnesty International ê Amerîkiyan Erîka Guevara-Rosas, ragihand ku di xwepêşandanên Kubayê de herî kêm 140 kes hatine binçavkirin yan jî ji holê winda bûne.
Guevera-Rosas herwiha da xuyakirin ku deshilata Kubayê peyama sizadanê dide xwepêşanderên ku serî li hember wan rakirine.
Hat diyarkirin ku yek ji kesên hatiye girtin peyamnêra medya Îspanyayê yê naskirî Camila Acosta ye û daxwaza berdana wê rojnamevanê jî hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin