PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê bi hinek rêxistinên navdewletî re peyamekî da hemû welatan da rê bidin deryavan û xebatkarên balafiran ku derziya xwe ya Kovid-19 ê li xwe bixin. Rêxistinên bi navên WHO, ICAO, ILO, IMO û IOM bi awayekî hevbeş daxwuyaniya xwe dan.
Di daxwuyaniyê de hat gotin welat, divê bi xebatkarên bingehîn re, rê bidin deryavan û xebatkarên balafiran da derziya Kovid-19 ê li xwe bixin.
Her dû grûbên xebatkar din nav dewletan de diçin tên û divê wexta ji welatekî herin welatekî dibe ku pêwistî bi pirsa derziya Kovid-19 ê çêbibe. Her 5 rêxistin di daxwuyaniya xwe de weha gotin:
“ Gihandina bi rêya deryayî û hewayî mifteya bazirganiya dinyayê ye û bo bazirganî bimeşe û aboriya dinyayê baş bibe, her dû sektor bingehin. %80 bazirganiya dinyayê bi rêya deryayê dibe û ev bazirganî li ser pişta 2 mîlyon xebatkarên deryayê dimeşe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin