Sirnex | Kesê ku hewla sêlandina zêrfiros kiribû polîs derket

Sirnex | Kesê ku hewla sêlandina zêrfiros kiribû polîs derket

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê kesê ku çend roj berê ji bo şêlandinê bi ser zêrfiroşekî de girtibû û hatibû desteserkirin, derket holê ku polîsekî karmendê Navenda Asayîşa bajarê Şirnexê ye.

Medya Tirkiyê ew wekî kesê cilûbergê polîsan li xwe kiriye nîşan dabû, lê derket holê ku bixwe polîsek e û di Navenda Asayîşa Şirnexê de kar dike.

Bûyera hewla şêlandinê li taxa Yeşîlyurt a Şirnexê li ser kolana Uludereyê 18ê Nîsanê rû daye û polîsê bi navê A.A bi demançeya xwe dema xwestibû zêrfiroş bişêlîne ji aliyê zêrfiroş ve hatibû desteserkirin.

Polîsê ji bajarê Edeneyê ku hewla şêlandinê kiribû li ser giliyê zêrfiroş hat girtin û ew şandin girtîgeha Şirnexê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin