PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Brîtanyayê ve hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di rojên pêş de dê vegirtina herêmên ku lê referandûm kiribûn, radigihîne.
Rayedarên Rusyayê, di 23yê Îlonê de li herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Hersonê referandûm dabûn destpêkirin û ew referandûm jî îro bi dawî dibin.
Li ser vê yekê jî ji aliyê Wezareta Berevaniya Brîtanyayê ve hat ragihandin ku Vladimir Putin, di 30ê Îlonê de di dema axaftina xwe ya parlamentoyê de dê vegirtina van 4 herêman a ser Rusyayê, ragihîne.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin ku
“Rayedarên Rus, wisa bawer dikin ku ew ê ragihandina vê vegirtinê, hestên welatperweriyê ya li welêt zêde bikin.”
Beriya niha di sala 2014an de jî Kirim ji aliyê Rusyayê ve hatibû vegirtin lê belê tu welatekî Kirim wekî axa Rusyayê pênase nekiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin