Brîtanya: Wê derziya vîrusa Korona heta Noelê amade bibe

Brîtanya: Wê derziya vîrusa Korona heta Noelê amade bibe

PeyamaKurd – Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanya Matt Hancock diyar kir, di çarçoveya ‘‘senaryoya baş’’ de, wê derziya vîrusa Korona heta Noelê amade bibe.

Hancock dibêje, ew her tim bi geşbînî li jiyanê dinêre û li gor wî wê heta Noelê derzîya vîrusa Korona were dîtin.

Wî bal kişand ser dijwariya amadekirina derzîyê û got, ger derzî amade bibe wê hemû hemwelatiyên cîhanê bi kar bînin.

Zanîngeha Oxfordê ya Brîtanya jî roja duşemê dabû zanîn, wan bo derzîya vîrusa Korona pêşketinên girîng bi dest xistine.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brîtanya bi qasî 300,000 kes bi vîrusa Korona ketine û 45,507 kes bi wê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin