Brîtanyayê xebatkarên balyozxaneya Beyrûdê vekisandin

Brîtanyayê xebatkarên balyozxaneya Beyrûdê vekisandin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihan ku wan hin xebatkarên balyozxaneya xwe ya paytexta Lubnanê Beyrûdê bi awayê demkî vekişandine.

Di daxuyaniyê de, hişyariya geştên bo Lubnanê hate dayîn û hate gotin, ji ber rewşa ewlehiyê hin personelên balyozxaneya Beyrûdê bi awayê demkî hatine vekişandin.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê piştî destpêkirina şêr Îsraîl-Hemasê jî hişyarî dabû welatiyên xwe ku heke ne mecbûr bin serdana Lubnanê nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin