PeyamaKurd – British American Tobacco (BAT) ku navenda wê Îngîltere ye, ji ber qebûl kiriye dorpêçên Amerîkayê yên ser Kore ya Bakûr îhlal kiriye û berhemên titûnê firotiye Kore, wê 635 milyon 241 hezar û 338 dolar ceza bide.
BAT bi wezareta dadê û xezîneyê beşa OFAC ê ya Amerîka re li hev kiriye. Şîrketa BAT ê ragihandiye ku ji sala 2017an heya niha temamê bazirganiya xwe bi Kora Bakûr re betal kiriye.
Wezareta dadê ya Amerîkayê ragihandiye ku BAT û BAT Marketing Singapore hevparê hevin û bi sedema îhlala dorpêçan û sextekariya di bankayê de cezayê xwe qebûl kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin