Bûlgaristan bi bihayê 5 mîiyar Euroyî sîlih dikire

Bûlgaristan bi bihayê 5 mîiyar Euroyî sîlih dikire

PeyamaKurd – Hukumeta Bûlgaristanê ji bo pêdiviya artêşa xwe ya çekan paketekî bi miqdarê 5 mîlyar Euroyî pêşkêşî parlementoya xwe kir. Sîlihên artêşa Bûlgaristanê ew sîlihin ku ji dewra Sowyeta berê de mane û bi gelek awayan kêmasiyên wan hene.

Di paketa ku pêşkêşî parlementoyê hatiye kirin de, berya her tiştî balafirên şer, keştiyên noqavê, sîstemên balafirsawar, radar û alavên zirxî tê de hene.

Ji bo sîlihên bikirin, ji qismekî mezin heya sala 2026an wext dan lê dê karibin wexta 3 projeyan heya sala 2032an dirêj bikin.

Li gor parlementoya ku di 2 yê cotmehê de, bi hilbijartina pêşwext hatibû avakirin, li gor programa wê ji bo kirîna çekan ji budçê tenê %2 hatibû veqetandin. Wezîrê bergiriyê yê Bûlgaristanê Dimitar Stoyanov dimijarê de weha got:

“15 balafirên Mig yên malê Rûsyayê nêze ku xaneşîn bibin û wexta wan ya teknolojîk di sala 2024an de diqede. Em bende ne ku Polonya 2 motorên balafiran û tamîra 6 balafiran bike lê bi sedema ewlehiya seha hewayî, dikare heya dawiya sala 2023an garantî bide.”

Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê destpêkir, Bûlgaristan nikaribû balafirên xwe li Rûsyayê bide tamîrkirin. Bûlgaristan 8 balafirên F-16 ji Amerîkayê kirîbû lê berya sala 2025an derfet tinene ku teslîm bigre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin