PeyamaKurd- Qeyrana kaxezan li çapxaneyên Kurdî jî xist. Li Tirkiyê ji ber ku kaxezên îtxal li ser dolarî têne kirîn, çapxaneyên li Tirkiyê jî ketine nava qeyraneke aborî de.
Gelek rojname û çapxane ji ber ku bihayê kaxezan zêde bûye, ji xwe re li tedbîran digerin. Ji bo mînak rojnameya Sozcûyê, pêvekeke xwe ji weşanê rakir. Rojnameya Aydinlikê sê rojan weşana xwe sekinand. Rojnameyên Sozcû û Cumhûriyetê jî fiyetên xwe zêde kirin.
Weşanxaneyên Kurdî jî ji ber vê qeyranê zehmetiyê dikişînin. Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn, di derbarê vê qeryanê de ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku maliyeta pirtûkan ji %50-60 zêde bû. Em di demeke pir zor re debas dibin. Di 2001ê de jî ew qasî zehmet çênebûbû.
Keskîn got ku ji xeynî van jî weşanxaneyên Kurdî jixwe pir zor karên xwe dikin, êdî bi ser de qedexe jî li ser me hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin