PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu amaje kir, bêyî derketina YPGê, Rojhilatê Firatê aram nabe. Çavuşoglu herwiha got, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz daye, ku kûrahiya navçeya aram 20 mîl be.
Mevlut Çavuşoglu îro li Enqerê piştî civîna bi Wezîra Karûbarên Derve û Hevkariya Navdewletî ya Siyerra Leonê, Nabeela Tunis re, di konferanseke rojnamevaniyê de, têkildarî herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û lihevkirina Enqere û Washingtonê ya di vê derbarê de axivî.
Çavuşoglu amaje bi rêkeftina navbera Tirkiyê û Amerîkayê ya bo avakirina herêma ewle kir û got, hêj gelek mijrên têkildarî navçeya aram hene ku divê herdu alî li ser hûrgiliyên wan mijaran gotûbêjan bikin.
Çavuşoglu herwiha rêkeftina Enqere û Washingtonê ya derbarê Nexşerêya Minbicê de jî bibîr xist û diyar kir, Tirkiye vê carê qebûl nake ku Amerîka siyaseta mijûlkirinê û derbaskirina demê bikar bîne.
‘AMERÎKA HÊJ DI MIJARA ŞANDıNA ÇEKAN BO YPGê BERDEWAM E’
Çavuşoglu herwiha rexne li şandina çek û alîkariyên leşkerî bo YPGê girt û got, di demekê de ku rayedarên herdu welatan li Enqerê di civînê de bûn, Amerîka hêj jî li ser şandina çekan bo YPGê berdewam bû û bi sedan kamyon çek jê re şandin.
‘TURMP SOZ DAYE TIRKIYÊ KU DÊ KÛRAHIYA NAVÇEYA ARAM 20 MÎL BE’
Mevlut Çavuşoglu derbarê kûrahiya navçeya aram de jî ragihand, Serokê Amerîkayê, Donald Turmp soz daye Tirkiyê ku dê kûrahiya navçeya aram 20 mîl be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin