PeyamaKurd – Li welatê Rûsyayê li ser Gol a Baykalê li ser cemedê ji bo geştiyaran tûrekî kirin lê di encamê de cemeda ser golê şikest û alava ku geştiyaran hildigirt noqav bû. Di rûdanê de 8 kes mirin û kesekî jî rizgar kirin.
Alava ku geştiyaran hildigirt li devera İrkutskê ber bi Pozê Hoboyê de diçû û ji ber derz li cemeda ser golê ket, alav noqav bû. Tîmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê lê nikaribûn geştiyaran rizgar bikin, tenê karibûn kesekî rizgar bikin. Di rûdanê de ajotvanê alavê jî can da.
Hat ragihandin ku geştiyar ji Çînê çûne Gol a Baykalê. Gol a Baykalê ji ber li Sîbîrya ye, di Zivistanê de cemed digre û dibe ciyê geştiyariyê.
Heman geştiyarî li Kurdistana Bakûr li ser Gol a Çildirê dibin, ji ber ew jî di Zivistanê de cemed digre û bi taybetî geştiyaran bi faytonan li ser bûzê digerînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin