PeyamaKurd –Piştî ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê serkeftina xwe ragihandin, ji gelek serokên cîhanî, sîyasetmedar û medyakar û alîyên sîyasî peyamên serkeftinê dihên dayîn. Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel pîrozbahî li HSDê kir.
Fermandarîya Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Votel ji ber tunekirina xelîfetîya rêxistina terorî ya DAIŞê bi destê HSDê, daxuyanîyeke nivîskî belav kir û tê pîrozbahî li HSDê kir. Votelî teqez kir ku dê têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam bike.
CENTCOMê di daxûyîya xwe da gotiye, “Em pîrozbahî li şervanên me yên fedakar, hevpeymanên me yên li qadê yên ku di demeke aloz da li Îraq û Sûrîyê li dijî terorê têkoşîyane û dawî li rêxistina terorî ya DAIŞê anîne dikin.”
Di heman daxûyanîyê da hatîye destnîşan kirin ku şer bi temamî neqedîyaye û lewma ew bi biryar in ku dawî li bermahîyên DAIŞê bînin. CENTCOMa ku bi daxuyanîyeke nivîskî pîrozbahî li HSDê kirîye û dîyar dike ku dê têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin