PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrîşa îro 20ê Çile ya li bargeha Tenef a Sûriyê de daxuyanî da.
CENTCOMê ragihand, bi 3 dronan êrîşî binkeya leşkerî ya Tenefê hatiye kirin û di encama wê êrîşê de birîndar hene.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, îro danê sibê sê balafirên bêpîlot êrîşî baregeha leşkerî ya Tenefê kirin, 2 ji wan dronan hatin xistin û ya din jî li baregehê ket û di encama êrîşê de 2 endamên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûne.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Artêşa Amerîkayê destnîşan kir ku êrîşên wiha nayên qebûlkirin û da zanîn, “Êrîşên bi vî rengî ji bo leşker û hevkarên me metirsî ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin