Cezayê muebedê yê Osman Kavala hat pesendkirin

Cezayê muebedê yê Osman Kavala hat pesendkirin

PeyamaKurd – Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê Daîreya 3yan a Cezayê, biryara cezayên bo doza Geziyê û cezayê muebedê bo karsaz û çalakvanên Tirk Osman Kavala ku 6 sal in girtî ye, pesend kir.

Beriya niha Dadgeha Cezayê Giran a 13emîn a Stenbolê ji bo Osman Kavala û 7 kesên din di doza Geziyê de, cezayên muebedê û yên heta 18 salan dabû.

Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê Daîreya 3yan a Cezayê jî îro 28ê Kanûna 2022yan, cezayên hatiye birîn pesend kir û bi vî awayî biryara dawî bo dozê hat dayîn.

Herwiha ji bo 3 kesên di doza Parka Geziyê de hatibûn sizadan jî biryara beraetê hat dayîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya niha biryar dabû ku Kavala bi awayekî adil nehatiye dadgehkirin û divê demildest bê berdan. Lê dadgehên Tirkiyeyê dozên li ser wî ji nû ve dabûn destpêkirin û careke din biryara cezakirinê hatibû derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin