PeyamaKurd – Civîna Rêvebiriya Ewlehiyê ya Tirkiyê di bin serokatiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de 3 seet û 40 deqe dewam kir. Daxwuyaniya MGKê ji 7 xalan pêk dihat lê xala herî herîng ya di derbarê PKKê de ye û weha dibêje:
“PKK/KCK-PYD/ Ypg li Sûriyê û Iraqê axa ku zeft kiriye kiriye hêlîna terorîstan. Rêxistinên navborî û bi yên destekê didin wan ve, wê tev bi hevre ji holê bên rakirin û her tişta talûke ya ji bo yekîtiya axa me û yên dewletên cîran wê nên avakirin.”
Di heman xalê de behsa hevkariya bi artêşa Iraqê re jî derbas dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin