Çiyayê Ebeko car din agir diresîne

Çiyayê Ebeko car din agir diresîne

PeyamaKurd- Wezareta Haletên Lezgîn ya Rûsyayê ragihand ku di hezîrana borî de Çiyayê Ebekoyê yê li Rûsyayê tevgeriyabû û agir reşandibû der û dora xwe. Niha car din di çiya de tevger çêbû û agir direşîne.

Çiyayê Ebekoyê li herêma Sahalînê li nîvgirava Kamçatkayê ye. Wezaret ragihand ku ewrên ser çiya gihaye heya 3,5 km yan. Niha bo xelkê nêzî çiya yên li bajarên Severo û Kurdilsk dijîn talûke tineye.

Di meha hezîranê de car din li çiya tevger çêbûbû û lavên ku ji devê çiya derdiketin heya 5 km yan belav bûbû. Çiyayê Ebeko ji deryayê 4 km bilinde û çiyayekî volkanîke (agirî) ku carna diteqe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin