CNN: “Suûdî wê kustina Cemal Qasiqçî qebûl bike!”

CNN: “Suûdî wê kustina Cemal Qasiqçî qebûl bike!”

PeyamaKurd- Televîzyona Amerîkayê CNNê îdda kir ku rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşiqçî di  dema jêpirsînê de hatiye kuştin û Suûdî Erebîstan jî wê vê yekê qebûl bike.

Ev 14 roj in ku rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşiqçî winda ye. Herî dawî hatiye dîtin ku ketiye konsulxaneya Suûdî Erebîstanê ya li Stenbolê. Di derbarê rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşiqçî de gelek îdda hatin kirin. Ji ber ku ji 2yê Cotmehê ve ne xuya ye, tê îddakirin ku hatiye kuştin.

Herî dawî jî Televîzyona Amerîkayê CNNê îdda kir ku Suûdî Erebîstan raporekê amade dike ku kuştina wî qebûl bike.

Di derbarê nûçeya CNNê de Serokê Amerîkayê Donald Trump jî axivî û got ku ev îddayek e. Heta niha em nizanin ku raporeke wiha heye an na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin