PeyamaKurd – Fransayê li ser daxuyaniyên Îranê yên li rojên pêş şandina du peykan bo fezayê ragihand ku divê derhal hemû xebatên Îranê yên li ser çalakiyên nukleerî û moşekên balîstîk werin rawestandin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Agnes Von Der Muhll di civîne rojnamevanî de got, “Fransa bi bîr dixe ku bernameya moşekan a Îranê ne li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya jimara 2231ê ye.”
Agnes von der Muhll daxuyakirin: “Fransa bangewaziyê li Îranê dike ku hemû ceribandinên moşekên balistik jî tê de, ceribandinên li ser hilgirtina çekên nukleerî û moşekî bilez bide rawestandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin