PeyamaKurd – Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, tabeleyên gundan ên navçeya Ebexê rakirin li ser nerazîbûnan tabela ji nû ve danîn, lê vê carê jî bi nivîsa şaş a Kurdî tabela danîn.
Şaredariya Wanî piştî nûçeyên derbarê rakirina tabelayên Kurdî yên navên gund û navçeyan ragihandibû ku ew tabelayan nû dikin û piştre jî li şûna sê tabeleyan tenê tabeleyeke Kurdî tê de heye danîn.
Tabelaya ku li navçeya Ebexê ya Wanê nû li ser rê hatiye danîn tije şaşiyên ziman e û piranî herfên Kurdî û nav şaş hatine nivîsandin ku ev yek jî bû sedema bertekan.
Van Büyükşehir Belediyesi kayyımının kaldırdığı ve tepkiler üzerine “Yeniliyoruz” dediği Kürtçe tabelalardan sadece bir tanesi asıldı.
— Argeşizm (@argesizm) September 16, 2020
Tek Kürtçe tabela astılar, onu da yanlış yazdılar! pic.twitter.com/8c54jeYxTs
Hêjayî gotinê ye, tabelayên navên bi dehan gundan li ser hebûn hatibûn rakirin û li şûna wan hevdem yên tirkî hatibûn danîn, lê belê li ser nerazîbûnan şaredariyê dabû xuyakirin, “Tabela têne nûkirin û ji bo navê kurdî jî tê de cih bigire xebata wan didome. Rakirina navên Kurdî ne mijara gotinê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin