PeyamaKurd - Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftanacioglû, di sempozyûma ji aliyê Platforma Ked û Edaletê ve hat lidarxistin de got, “Heta ku pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê û me hemûyan e.”
Canan Kaftancioglû di rûniştina dest pêkê ya sempozyûmê de axivî û li ser mijara pirsa Kurd li Tirkiyê da zanîn ku li Tirkiyeyê ev demek dirêje ev pirsgirêk heye û wiha got:
“Ya herî girîng jî pirsgirêka demokrasiyêheye. Pirsgirêka Kurd û demokrasiyê bi hev ve girêdayîne. Heya ku pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê û me hemûyan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin