PeyamaKurd - Li Amedê, ji 12 kesên hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin berdan û 8 jê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Li Amedê, leşkeran bi ser malan de girtibûn û 8 welatî desteser kiribûn. Leşkeran her 12 kesên desteserkirî birin Fermandariya Leşkerî ya Amedê.
Kesên ku li fermandariyê îfade dan, sewqî edliyê hatin kirin. Dozger îfadeya her 12 kesan girt û sewqî dadgehê kirin.
Ji 12 kesan, 4 bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 8 kesên din jî, bi tohmeta “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin