Trump: “Ez jî li ser fikra nameya Kongreyê ya bo Sûriyê me”

Trump: “Ez jî li ser fikra nameya Kongreyê ya bo Sûriyê me”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump, grûbekî ji senatorên Kongre ya Amerîkayê ku gotibûn ‘divê hinek leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bimînin’,tevli fikra wan dibe û dibêje ku; “ez ji sedî sed li ser fikra wan im.”

Di bin serpereştiya senatorê Californiyayê yê komarî Lindsey Graham de grûbek senator di 22 ê sibatê de nameyek nivîsandibûn û şandibûn Qesra Sipî. Lê di vir de mijara girîng ew e ku li ser nameyê bi destnivîsa Trump nivîsek û îmza wî heye. Ew name giha destê NBC News ya Amerîkayê. Trump bi kêfxweşî pêşwazî dike ku li Sûriyê leşker bimînin û hinek dewletên Awrûpayê leşker bişînin û piştgiriyê bidin wan. Di nameyê de weha dewam dike:

“Weka we, em jî bo DEAŞ paşde danegere, Îran cesaretê nestîne û bo destkeftiyên me yên Sûriyê ji dest necin û em destkeftiyên xwe cîbicîh bikin û bixebitin da ji Cenevreyê bo berjewendiyên Amerîkayê tiştên herî baş bidestbixin, dixebitin.”

Trump vê gotinê xistiye nava kevan û ser nameyê îmzekiriye. Gotiye sed e sed ez bi were me û ev tişt tev tên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin