Hêzên rejîma Sûriyê nexwesxane topbaran kirin: 5 kustî, 11 birîndar

Hêzên rejîma Sûriyê nexwesxane topbaran kirin: 5 kustî, 11 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê bi ser bajarê Etarîp ê Helebê de, nexweşxaneyek bû armanc.

Li gorî ragihandina SOHRê di encama topbaranê de, nexweşxaneyê ziyaneke mezin dîtiye û di encamê de 5 sivîl hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) Ramî Abdurrahman daye xuyakirin, hêzên rejîmê 6 top avêtin nexweşxaneya Etarîb a dikeve bakurê rojavayê Helebê û yek ji wan zarok û yek jî xebatkarê nexweşxaneyê 5 kes hatin kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku 11 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku tevî agirbesta Idlibê ya 6ê Adara sala borî ku di navbera Moskow û Enqerê de hatiye kirin, ev êrîş encam daye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) di navbera salên 2016-2019an de 337 êrîş li dijî dezgehên tenduristiyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê pêk hatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin