PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku derzîya koronayê bê pêşxistin tenê bi serê xwe nikare vîrusa koronayê ji holê rake.
Ghebreyesus daye xuyakirin, "Wê derzî navgînên din ên di destê me de temam bike, lê nakeve şûna wan. Derzî bi tena serê xwe pandemiyê ji holê raneke.”
Ghebreyesus, bal kişand ser ku vîrus hê jî bilez belav dibe û ji bo derziyên bo koronayê têne bipêşxistin jî got, divê pêşî ji bo karmendên tenduristiyê û temen mezinan were bikaranîn daku hejmara mirinan kêm bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin