PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo belavkirina derziyên vîrusa Koronayê, dest bi kampanyayeke bi navê Hewldana COVAXê kir.
Hewldana COVAXê, jî bi awayekî taybet ji bo welatên ku koçber yan şer lê hene, çêbûye.
Herwiha WHOyê soz dabû, ji meha Adarê heta Gulanê, wê 90 hezar derziyên Koronayê ji herêmên Rêveberiya Xweser re bişîn, lê li gorî agahiyan, heta niha hejmara derziyên ku gihîştine herêmê gelekî kêm in.
Rayeder didin zanîn, heta niha derziyên ku hatine şandin tenê 700 in, lê ew jî hemû radestî nexweşxaneyek girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Qamişlo kirine.
Herwiha Rêxistina Doktorên Sînornenas-MSF ji ber newekheviya belavkirina derziyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, WHOê rexne kir.
MSFê destnîşan kir ku saziya navborî li gor daxuyaniya xwe tevnegeriya, pêwistiya wan niha jimarê ku hatiye diyar kirin zêdetir derzî û testan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin