PeyamaKurd – Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê, bi mebesta dirêjkirina guftûgoyan bi Lîjneya Darayî ya Encûmena Nûneran a Iraqê û fraksiyon û aliyên siyasî yê Iraqê, do gihişt Bexdaya paytexta Iraqê.
Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ragihand, bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê, ber bi Bexdayê ve çûye bi armanca dirêjkirina guftûgoyan bi Lîjneya Darayî ya Parlamentoyê û kutle û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo gotêbêjkirina budçeyayasa sala 2021ê ya Iraqê ku tê de mafên Kurdan were parastin.
Hewramî herwiha destnîşan kiriye, di serdanên berê yên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînên bi Hikûmeta Federal û aliyên din, pêwendî, hemû data û zanyarî, derbarê dahata neftê û ne neftî û herwiha xerciyan de hatine zelalkirin û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekarî kirine ji bo rêkeftinê li ser bûdçeyasaya 2021ê ya Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin