Amerîka: Em ji lihevkirina bi Tirkiyê re kêfxwes in

Amerîka: Em ji lihevkirina bi Tirkiyê re kêfxwes in

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus, ragihand ku ew bi rêkeftina ‘Navenda Operasyonan a Hevbeş’ ku bi Tirkiyê re li ser li hev kirine kêfxweş in.

Ortagus di civîna rojnamevanî de da zanîn ku dê proseya bo herêma ewle û navenda operasyonên hevbeş qonax bi qonax derbasî jiyanê bibe û wiha axivî:

“Piştî hevdîtinên li Enqerê bi lihevkirina li ser mekanîzmeya ewlekariyê ya berdewamî li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) ku bersiva metirsiyên ewlekariya sînor ên meşrû yên hevpeymana me ya NATO Tirkiye hat dayîn, pêşketin çêbûn. Di vê çarçoveyê de ji bo berdewama plansaziyê armanca me ew e, em ‘Navenda Operasyonê ya Hevbeş’ ava bikin.”

Ortagus diyar kir ku mekanîzmeya ewlekarî dê qonax bi qonax were cîbicîkirin û rêveberiya Amerîkayê amadekariyê dike gavê pêwîst demildest bavêje û hevdîtinên xwe bi Tirkiyê re didomîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin